Bangek kurt ji bo Roja Navnetewî ya Li Dijî Nijadperestiyê di 21 ê Adarê 2022
Nijadperestî di Jiyana Rojane da ye- Nijadperestî pirsgirêka te ye jî
Hînkirina Ubuntu ya Afrîkaya Basûr bi gotinek dixebite: „ Heke tu bixwazî bilez bicî, tenê bice. Heke tu bixwazî dûr bicî, bi yên din re bice. „
Li Thuringia ji bo jiyanek rojane a dijî Nijadperestiyê tu jî besdarê roja 21 Adarê 2022 bi be.
Li dibistanê, li ser kar an jî di nava civakê de; Nijadperestî bû ye jiyana rojane! Jiyana rojane a kû te de heqeret li mirovan tên kirin, tên tehdîdkirin, êris lê tên kirin û tên qetilkirin. Jiyaneke rojane ya kû nijadperestî di pergala polîs, dadwerî û di rayedarên dewletê de bicîh/asê bûye.
Jiyana rojane a kû kesên li ewlehiye/parastinê digerin her roj, bi binpêkirina mafên xwe ê bingehîn re rû bi rû dimînin.
Her wiha ji bo qurbaniyên êrisên nijadperest ev rewsa di her astîde û cûre bi cûre tê jiyîn bûye tistek ji rêzêde û normal.
Û dîsa her wiha kû di jiyana rojane da bi tirsa, kesên ji malbatê an jî hevalên wa bi darên zorê werin girtin û werin deportkirin. Jiyana rojane a kû her roj zarok bi rêkûpêk rastî sîdeta nîjadperest tên.
Piraniya cîvak a ji nijadperestiyê bêbandore dema li hember Nijadperestiyê bêdeng dimînin, nîjadperestiye nabînin û bêzerar dibînin, di wê demê de jî kesên mexdûr ji bo vê rewsê kû bûye rewsekî xeternak, ji bo ev mijar baldariyek pêwist û temsîliyeta kû heqdike werbigre, têdigose.
Bi cesaretek mezin,ji bo serpêhatiyên wan ê dramatîk werin xuya kirin berxwedidin. Ew, ji bo alîkariya jiyana xwe û jiyana kesên din stratejiyên dij-nîjadperest pêsvedibin. Di wê jiyana rojane da kû rayedarên dewletê û mirovên din, wan bi tenê dihêlin û bi vî awayî ji dibin besek ji vê pirsgirêkê.
Niha dem hatiye kû em guh bidin kesên mexdûr, dost, cîran û hevalbendên wan ên ji bo tekosîna li dij-nijadperestîyê , misogerkirina jiyanekî hevpar tedigosin. Niha dem hatiye ku em bi rêkûpêk pisgiriyê bidin wan.
Niha dem, tunekirina nijadperestiyê ye êdî. Niha dem dema, di nava vê cîvaka ku bi paradigmayên nîjadperestiyê hatiye hûnandin, em dikaribin Nijadperestiyê weke pirsgirêkekî binav bikin. Niha dem dema kû tu Nijadperestiyê weki pirsgirêka xwe jî bibînî, ye.
Ji bo ku zêdetir bêdeng nehê mayin, dem dema calakbûyîne ye.
Ji ber wê yeke,em wekî mexdûr, kesên dij-nijadperest û sazî û rexistinên civakî di roja 21 ê Adarê Roja Navnetewî a Dijî nijadperestiyê ji bo bilindkirina hismendiya civakî, banga tevlîbûnê dikin.
Em ji bo nisandayina nijadperestiyê ji bo piraniya bêdeng a civakê, siyasetmedar û wezaretên dewletê, banga tevlîbûna calakiyên li Thuringia ê werin li darxistin, dikin.
Bi hêrs, bi biryarî û bi hêstên pistgirtinê ne salê rojek, êdî ji bo guhertina hinek tistan banga tevlîbûne dikin.
Nijadperestî di Jiyana Rojane da ye- Nijadperestî pirsgirêka te ye jî
Tor „ Roja Navnetewî ya li Dijî Nîjadperestiyê 2022 Thuringia“ // tgr2022@ezra.de